Iraq dixwaze rojane 400 hezar bermîl petrol hinardeyî Tirkiyeyê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ji bo îmzekirina rêkeftineke nû ya petrolê ligel Tirkiyeyê, desteyeke taybet a niştimanî pêk anî. Armanca sereke ya vê pêngavê ew e ku asta hinardekirina petrola Iraqê di ser axa Tirkiyeyê re rojane bigihîje 400 hezar bermîlan.
Iraq hewl dide piştî krîzên dawî yên herêmî, asta firotina petrola xwe li bazarên cîhanî bilind bike. Ji bo vê armancê, desteyeke bilind a danûstandinan hatiye erkdarkirin, da ku bi Enqereyê re bigihîje peymaneke nû.
Çavkaniyekî ji Kompanyaya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê û girtina Tengava Hurmizê, hinardekirina petrola Iraqê hîn negihîştiye asta beriya şer. Li gorî zanyariyan, di vê mehê de tenê nêzî 23 milyon bermîl petrol hatine firotin ku ev bir di boriyên Kurdistan û Sûriyeyê re derbas bûne.
Derbarê pişka Herêma Kurdistanê de, çavkaniyê SOMO aşkere kir, ji ber rawestandina karê kompanyayên biyanî, niha Herêm rojane nêzî 20 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê dike. Lê belê, tê pêşbînîkirin ku bi destpêkirina karên van kompanyayan li kêlgehên petrolê yên Kurdistanê, ev bir di demeke nêz de vegere asta xwe ya berê.
Ji bo serkeftina danûstandinan, desteyeke nû hatiye avakirin ku tê de nûnerên Wezaretên Petrol, Derve, Darayî û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih digirin. Ji ber ku dema rêkeftina niha ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ber bi dawiyê ve diçe, Bexdayê hewlên xwe lezandine. Iraq dixwaze bi vê peymana nû, aramiya hinardekirina petrolê bo bazarên navdewletî misoger bike û dahatên xwe yên aborî zêdetir bike.