Bexda û Hewlêr komîteyekê bo girtina deriyên sînorî yên neqanûnî ava dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê razîbûna xwe li ser pêkanîna komîteyeka bilind û hevpar ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da; bi merema pişkinîna meydanî ya sînoran û girtina bi temamî ya hemî ew xal û deriyên ku bi rengekê neqanûnî kar dikin, daku rê li ber qaçaxçîtiyê bê girtin.

Encûmena Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) civiya û di civîna xwe de razîbûna dawiyê li ser raspardeyên Encûmena Wezarî bo Karûbarên Aborî nîşan da, bi merema pêkanîna komîteyeka hevpar ligel nûnerên Herêma Kurdistanê. Ev biryar di çarçoveya bizavên xurt ên Hewlêr û Bexdayê bo çespandina serweriya qanûnê li seranserî deriyên sînorî de tê.

Erkê komîteyê û girtina xalên neqanûnî

Li gorî daxuyaniya Encûmena Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê, erkê serekî yê vê komîteyê – ku dê bi serokatiya Desteya Federal a Deriyên Sînorî û endamtiya aliyên peywendîdar be – pêkanîna pişkinîneka meydanî û hûr e, bo seranserî xeta sînorî ya li parêzgehên Herêma Kurdistanê.

Her li gorî wê çavkaniyê, ew komîte dê bo destnîşankirin û girtina bi yekcarî ya hemî wan derî û xalên sînorî yên neqanûnî kar bike, yên ku bêyî destûra fermî û li derveyî çavdêriya dewletê kar dikin.

Herwisa amaje jî da ku armanca stratejîk ji vê pêngavê rêkxistina tevahiya livîna bazirganî, tundkirina kontrola sînoran û rêgrikirina li her lihevguhertineka bazirganî ye, ku li derveyî rêkarên qanûnî, tenduristî û gumrikî bê kirin. Tê çaverêkirin ku bi bicihanîna vê biryarê, dahata gumrikê bê rêkxistin û rê li ber pûçkirina serwetê giştî û gihandina ziraran bo ewlehiya aborî ya welat bê girtin.

Civîna Encûmena Wezarî ya Aborî

Wezîrê Darayî û Wezîrê Plandananê bi wekalet Falih Sarî duhî (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) serokatiya civîna pêncê ya Encûmena Wezarî bo Aboriyê kir, herwisa şandeka Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran, Serokê Nûneratiya Herêma Kurdistanê, Rêveberên Giştî yên Gumrik û Bac û Lidûçûnê, li gel hejmareka pisporan tevlî wê civînê bûn.

Di wê civînê de çend biryar hatin dan, ku yek ji wan jî pêkanîna vê komîteya hevpar a pişkinîna sînoran bû. Ev komîte dê raporteka berfireh li ser wan deriyan pêşkêşî encûmenê bike, ku şertên wan hene û jêrxaneya wan amade ye, daku bên fermîkirin, herwisa girtina wan derî û xalên ku nehejî ne.

Herwisa Wezareta Darayî ya Federal, bi hevahengî ligel Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê, dê reşnivîseka yekgirtî ya girêdayî lêborîn û daxistinên gumrikî amade bike, ku dê ji aliyê Encûmena Wezîran a Federal ve bê pejirandina û dê li seranserî deriyên sînorî bê giştandin.