MYK'a DEM Partiyê bi rojeva "Aştî û Azadiyê" civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên siyasî, pêvajoya aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan li Enqereyê dest bi civîna xwe kir.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 1ê Tîrmehê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê civiya. Civîn di demekê de birêve diçe ku nîqaşên li ser çareseriya pirsên siyasî li Tirkiyeyê germ bûne.
Li gorî agahiyan, rojeva herî sereke ya civînê azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan e. Endamên MYK'ê li ser geşedanên dawî yên di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de nîqaşên berfireh dikin û helwesta partiyê ya ji bo qonaxa nû diyar dikin.
Xaleke din a civînê jî, amadekirina projeyasa qanûnê ye ku tê payîn di pêşerojê de pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin. MYK li ser hûrguliyên vê projeyasayê û stratejiya ku dê li parlamenê were meşandin, gotûbêjan dike.