Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî merasîma îmzekirina lihevkirina YNK û Nifşê Nû boykot kir

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî
Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî biryar da ku merasîma îmzekirina hevpeymaniya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nişê Nû de baykot bike. Partiya navborî ragihand ku ev pêngav, li şûna afirandina rewşeka hevkariyê, dibin sedema dûrketin û veqetiyana aliyên siyasî ji hevdu.

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wekî aliyekî siyasî baweriya wan bi wê yekê heye ku di vê qonaxa hestiyar a Herêma Kurdistanê de, divê hemî hevpeymanî di çarçoveya hevgirtinê û rêzgirtina li qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê û encamên hilbijartinan de bin.

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin: "Mixabin hin reftar û arasteyên siyasî li şûna avakirina baweriyê, dibin sedema çêbûna ji-hev-veqetiyanê. Ev yek jî di demekê de ye ku welatî li benda çareserkirina arêşeyan û çalakkirina saziyên destûrî ne."

Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî wesa difikirin ku her pêngavek, ku bibe sedema alozkirina peywendiyên siyasî an jî derengxistina çareseriya arêşeyên serekî, dê bandoreka neyênî li ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê bike; bi taybetî paşxistina rûniştinên parlamenê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ku zirarê bigihîne berjewendiyên giştî.

Di dawiya wê daxuyaniyê de jî, Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenî careka din bang li hemî aliyên siyasî dike ku berjewendiya giştî, çalakkirina parlamenê û pêkanîna bilez a hikûmetê bixin pêşiya her berjewendiyeka din û tenahiya siyasî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.