PWK salvegera 33yemîn a Komkujiya Madimakê bibîr anî: Êrîşker nehatine cezakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 2yê Tîrmeha 2026an, 33 sal di ser komkujiya li Otêla Madimakê ya li Sêwasê re derbas dibin. Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi vê boneyê daxuyaniyek belav kir û qurbaniyên vê êrişê bi rêzdarî bibîr anîn.
Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:
Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin.
Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.
Di roja 2yê Temmûza 1993yan de, qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û hotêl şewitandin. Di encamê de 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.
Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.
Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.
Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin.
Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.
Em di 33yemîn salvegera vê qetlîamê de, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.