Ji ber zimanê Kurdî cezayê girtîgehê li xwediyê 'Pîne Cafe' hat birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgehê 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ramazan Şîmşek ê xwediyê Pîne Cafe ya li Amedê birî, ku berî du salan di cafeya xwe de dest bi kempeyneka taybet a xizmetkinia bi zimanê Kurdî kiribû.
Xwediyê Pîne Cafe Ramazan Şîmşek ragihand ku ew li ser destpêkirina kempeyna axaftina bi Kurdî hatiye dadgehkirin û di encamê de haydar bûye ku cezayê girtîgehê li ser wî hatiye sepandin.
Şîmşek diyar jî kir ku wî ev kempeyna berî du salan, tam di Roja Cejna Zimanê Kurdî de ragihandibû, daku di nav cafeya xwe de giraniyê bide ser bikaranîn û pêşxistina zimanê dayikê, lê ji ber vê yekê doz li dijî wî hatibû vekirin.