Serok Barzanî sersaxî ji malbata Pêşmergeyê dêrîn Ebdulrehman Pêdawî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, ji ber wexera dawiyê ya kesatiyê neteweperwer û Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameka sersaxiyê belav kir û tê de hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên wî diyar kir.
Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê), ji ber wexera dawiyê ya kesatiyê neteweperwer û Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameka sersaxiyê belav kir.
Di wê peyamê de hat eşkerekirin ku Pêşmergeyê wexerkirî Ebdulrehman Pêdawî piştî ku ji Kolîja Serbazî derçûbû, tevlî nav refên şoreşa Îlonê bûbû û fermandarekê bibandor û jêhatî yê şoreşa Îlonê bû. Herwesa li sala 1976ê bûbû endamê Serkirdetiya Demkî û paşê kadroyekê çalak û dilsoz ê şoreşa Gulanê bû.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan
Bi kovaneka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê (Ebdulrehman Pêdawî) gihîşt me.
Xudêjêrazî kesatiyê neteweperwer Ebdulrehman Pêdawî, piştî derçûna xwe ya ji kolîja serbazî gihîşt nav şoreşa Îlonê û fermandarekê bibandor û jêhatî yê şoreşa Îlonê bû. Herwesa di sala 1976ê de endamê Serkirdetiya Demkî û paşê kadroyekê çalak û dilsoz ê şoreşa Gulanê bû.
Ez sersaxiya ji malbat, kesûkar û nasên Xudêjêrazî Ebdulrehman Pêdawî re dixwazim û xwe wekî hevpişkê xema wan dizanim.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi biheşta berfireh şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyekî bide.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
2ê Tîrmeha 2026ê