Rêkxerê Nifşê Nû li Germiyanê dest ji karê xwe kişand
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) li devera Germiyanê bi tundî êrîş bir ser serkirdetiya wê tevgerê û ew bi derketina ji bingehên exlaqî, siyasî û destdahêlana bo hizbekê wesf kir; hevdem piştî 8 salan ji karkirinê destjikarkişandina xwe ragihand.
Rêkxerê Tevgera Nifşê Nû li devera Germiyanê Beşdar Sengawî îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê), piştî 8 salan ji karkirinê, destjikarkişandina xwe ji wê tevgerê ragihand û eşkere kir ku ji niha û pê de ti peywendiyeka wî ligel Nifşê Nû nemaye.
Rexneyên tund û tawanbarkirina bi "Paşkotiyê"
Sengawî di daxuyaniyekê de bi tundî rexne li siyaseta niha ya tevgera navborî girt û ew bi dûrketina bi tevahî ya ji sond û bingehên wan ên li beramberî welatiyan bi nav kir.
Navborî diyar jî kir ku Nifşê Nû di destpêkê de bi armanc û dirûşma redkirina paşkotiyê bo partiyên deshilatdar û bo berevanîkirina ji mafê xelkê hejar û maflêxwarî hatibû avakirin; lê niha wê pişta xwe daye hemî dirûşmên siyasî û bingehên exlaqî yên dema xwe ya borî û derbaz bûye nav qonaxa paşkotiyê.
Sengawî bal kişand ser wê yekê jî ku guhertinên siyasî û fikrî tiştekî asayî ye, lê ya ku bûye sedema ecêbgirtina wî guhertina "100%" ya helwestan e di demeka pir kurt de.
"Duhî digot diz in, îro destên xwe dadinin ser milên wan"
Rêkxerê destjikarkişandî yê Germiyanê herwesa got: "Ew kesên ku duhî digot deshilatdar diz, gendel û mafya ne, niha ligel wan li hev kiriye, destên xwe dadinin ser milên wan û pişta xwe daye wan sozên ku dabûn xelkî."
Beşdar Sengawî tekez kir ku ew şanaziyê bi hemî karên xwe yên borî dike ji ber ku di berjewendiya xelkî de bûne, lê ji niha û pê de amade nîne bibe parek ji vê pêvajoya paşkotî û "şagirtiyê" ya ku di nav wê partiyê de çê bûye.