Hêmin Hewramî: Çavkaniya rewa ya guhertina deshilatê tenê dengê xelkî ye

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku dengê xelkî di hilbijartinên azad û paqij de yekane çavkaniya rewa ya guhertina deshilatê ye; hevdem daxwaz ji YNK û Nifşê Nû kir ku bo çalakkirina perlemanê biçin pêş û arêşeyan di nav hola perlemanê de nîqaş bikin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro (Înî, 3ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X" peyamek belav kir û tê de tekez kir ku dengê welatiyan bi rêya hilbijartinên demokratîk, azad û şefaf, yekane çavkaniya rastîn û rewa ye bo her guhertineka hevsengiya hêzê û lihevguhertina deshilatê li Herêma Kurdistanê.

Hewramî bal kişand ser encamên hilbijartinên Cotmeha sala borî û nivîsî: "Em wekî PDK bi zêdetir ji 400 hezar dengan li pêşiya her du aliyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) bûn, heta eger dengên her du aliyan bi hev re bên komkirin jî."

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa got: "Eger ew wesa difikirin ku hevsengiya hêzê hatiye guhertin û raya giştî rastî guhertinê hatiye, çima nayên pêş daku di rojên bê de em perlemanê çalak bikin?"

Hewramî pirsiyar dike ku eger YNK û Nifşê Nû bawer dikin ku kursiyên wan wekî yên PDKê ne yan zêdetir in, çima ew pêngavên serbazî bo çalakkirina perlemanê naavêjin, daku li wê derê danûstandinan li ser hemî pirsan bikin.