Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî li Tehranê rewşa deverê nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî
Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneka fermî li Tehrana paytexta Îranê ye, ligel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî civiya û di wê civînê de pêşhatên dawiyê yên deverê û rawestandina şer nirxandin.

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibehê (Înî, 3ê Tîrmeha 2026ê) li bajarê Tehranê yê welatê Îranê ligel Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî civiyaye.

Pêşxistina peywendiyan û hevahengiya hevpar

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê ligel Îranê hatin nîqaşkirin û her du aliyan li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya hevpar a di navbera her du aliyan de dîtin û rênên xwe li hev guhertin.

Rawestandina şer û aramiya deverê

Tewerekî serekî yê vê hevdîtinê girêdayî rewşa ewlehî û siyasî ya Rojhilata Navîn bû. Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî bal kişand ser rawestandina şer û pêşhat û guhertinên dawiyê yên deverê.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewambûna diyalogê û hevahengiya piralî jî kir, bi awayekî ku xizmeta parastina ewlehî, tenahî û berjewendiyên gelên deverê bike.

Ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tehranê di demekê de ye ku dever di nav guhertinên ku bilez rûdane de derbaz dibe, û biryar e navborî pişkdariyê di merasîma fermî ya veşartina termê Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî de jî bike.