Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizişkiyan li Tehranê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehrana paytexta Îranê ligel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan civiya û di wê hevdîtinê de her du aliyan peywendiyên aborî, rawestandina şer û qonaxa nû ya deverê nîqaş kirin.
Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serok Nêçîrvan Barzanî berî nîvroya îro (Înî, 3ê Tîrmeha 2026ê) li Tehranê ji aliyê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizişkiyan ve hat pêşwazîkirin.
Bihêzkirina aborî û peywendiyên dîrokî
Di wê civînê de, pêşxistina peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Komara Îslamî ya Îranê hatin nirxandin. Her du aliyan bi taybetî bal kişand ser berfirehkirina danûstandinên bazirganî, qadên aborî û bihêzkirina peywendiyên dîrokî û çandî yên di navbera her du aliyan de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar bike.
Aşitiya mayînde û danûstandinên Îran û Amerîkayê
Rewşa deverê û encamên bûyerên dawiyê jî mijarên tewerekê dî yê giring ê wê hevdîtinê bûn. Di vî warî de, Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizişkiyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiyê kir û diyar kir ku divê ji bo çareserkirina arêşe û aloziyan pişta xwe bi diyalog û rêkarên aştiyane girê bidin.
Her du aliyan hêvî xwestin ku bi bidawîhatina şer û bi rêya danûstandinên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de, aştiyeka mayînde û aramî bo deverê bê dabînkirin. Wan tekez jî kir ku ev pêngav dê qonaxeka nû ya peywendiyên baş û hevkariyê di navbera welat û gelên deverê de bide destpêkirin.
Di dawiya civînê de jî, çend mijarên dî yên xwedî girîngiya hevpar di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatin nîqaşkirin.