Nêçîrvan Barzanî û Qalîbaf pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Tehranê tekez kir

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Îranê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya û her du aliyan piştgiriya xwe bo peywendiyên dîrokî û dostane yên dualî nû kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Înî, 3ê Tîrmeha 2026ê) her di çarçoveya karnameya serdana xwe ya Tehranê de li gel Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de li ser pêşxistina peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê û girîngiya berfirehkirina asoyên hevkarî û hevahengiyê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin, herwesa piştgiriya xwe bo peywendiyên dêrîn û dostane yên navbera her du aliyan li ser hemî astan tekez kir.

Parastina ewlehiya deverê

Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kiriye ku tewerekî dî yê wê civînê girêdayî rewşa deverê û guhertin û pêşhatên dawiyê bû. Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Îranê tekezî li ser giringiya parastina aramî û ewlehî û tenahiyê û piştbestina bi diyalog û çareserkirina aştiyane ya arêşe û aloziyan kir.

Danûstandinên Îran û Amerîkayê

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de pêşhatên dawiyê yên danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de hatin nirxandin. Her du aliyan daxwaza serkeftinê bo danûstandin û bizavên dîplomatîk û aramî û tenahiya herdemî bo deverê kir.