Dihok yek ji navendên giring ên berhemanîna bacanên sor e

Dihok (K24) – Piştî biryara qedexekirina hawerdekirina tomateyan bo Iraq û Herêma Kurdistanê, cotyarên Dihokê diyar dikin ku berhemê wan nirx girtiye. Rêveberiya Çandiniyê jî vê pêngavê wekî "derfeteke zêrîn" ji bo aboriya navxwe pênase dike.

Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo parastina berhemê navxweyî anîna bacanên sor ji derve qedexe kirin, li parêzgeha Dihokê liv û tevgerên cotyaran zêde bûne. Vê biryarê hişt ku bacanên Dihokê bi bihayekî baştir li bazaran werin firotin û niha rojane bi sedan ton berhem ji bo parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê têne şandin.

Cotkarên herêmê balê dikişînin ser lêçûn û keda giran a çandiniyê. Cotkar Nûrî Sîmo derbarê zehmetiyên karê xwe de wiha got:
"Em gelekî diwêşin; derman, kîmyawî û keda destan lêçûneke zêde dixwaze. Ev çend sal in em vî karî dikin. Carinan bihayê wan li bazaran erzan dibe, lê dîsa jî em li ser axa xwe berdewam in."

Cotkar Kerîm Şemo jî destnîşan kir ku berhemê îsal bi kalîte ye û got:
"Berhemê me îsal baş e. Ev çandinî hem ji bo cotkar bi feyde ye û hem jî ji bo aboriya herêmê û Iraqê giring e."

Li gorî amarên fermî, îsal li Dihokê bi hezaran donim erd bi bacanên sor hatine çandin. Tê pêşbînîkirin ku qebareya berhemê navxweyî yê îsal bigihe nêzîkî 80 hezar tonî. Ev bir, ji bilî dabînkirina pêdiviya parêzgehê, beşeke mezin jê ji bo bajarên mîna Bexda û Besrayê tê veguhastin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Dihokê Ehmed Cemîl ragihand, ji bo piştgirîkirina cotkarên herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê biryar dane ku hawerdekirina bacanên sor ji welatên cîran (Îran û Tirkiye) qedexe bikin.

Ehmed Cemîl wiha axivî: "Ev biryar di dema berhevkirina berhemê me yê navxweyî de gelekî giring e, da ku cotkarên me zirarê nekin û karibin berhemên xwe bi bihayekî guncaw bifroşin."

Pispôrên çandiniyê di wê baweriyê de ne ku Dihok dikare bibe navendeke serekî ya pîşesaziya xurekê, eger kargehên ruba tomateyan li herêmê werin zêdekirin.