Kevneşopiya ‘Gera Tawûsê’ ya Êzidiyan li Baedrê bidawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekî nerîteke salane, li gund û komelgehên Êzidiyan "Gera Tawûsê" hat lidarxistin. Qonaxa dawî ya vê gera olî û çandî, îsal li nahiya Baedreyê bi merasîmeke qerebalix û bi heybet bidawî bû.

"Gera Tawûsê" yek ji rîtuelên herî kevnar û olî yên civaka Êzidî ye. Armanca sereke ya vê gerê, parastina çand û nerîtên dînî yên dêrîn e, da ku nasnameya Êzidxanê ji bo nifşên nû were veguhastin û peywendiyên civakî di nava xelkê de hîn xurtir bibin.

Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Êzidiyan, Xalid Nermo derbarê giringiya vê rojê de axivî û da zanîn, ev ger derfetek e ji bo nûkirina peywendiyên civakî û parastina mîrateya bav û kalan. Nermo diyar kir, rîtuelên dînî di nava civaka Êzidî de roleke sereke di parastina yekrêziyê de dibînin.

Welatiyên ku beşdarî merasîmê bûne, bi cil û bergên xwe yên resen û bi nîşandana sembolên dînî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Welatî Amel Cindî û Dilşad Nadir ji bo vê rojê diyar kirin ku ew bi van rojên pîroz serbilind in û ev ger dibe sedema nêzîkbûna gund û malbatên Êzidiyan ji hevdu.

Gera Tawûsê, ku li gelek herêmên Êzidiyan digere, her sal li nahiya Baedreyê qonaxa xwe ya dawî temam dike û li wir bi duayên dînî û merasîmên taybet tê bidawîkirin.