Koçberên Serê Kaniyê daxwaz dikin ku vegerin ser xaka xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Koçberên Serê Kaniyê yên ku li parêzgeha Hesekê niştecî ne, ji bo daxwaza vegera ser mal û milkên xwe çalakiyekê lidar dixin û bang li aliyên peywendîdar dikin ku rê li ber vegera wan vekin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, koçberên Serê Kaniyê amadekariyan dikin daku îro saet 10:00ê sibehê, li ber avahiya Parêzgeha Hesekê bicivin. Armanca vê kombûnê gihandina dengê koçberan û daxwaza vegera bi rûmet a bo ser cih û warê wan e.

Ev pêngava koçberên Serê Kaniyê piştî wê yekê tê, koçberên Efrînê jî daxwazên wiha pêşkêş kiribûn û beşeke mezin ji wan karîbûn vegerin herêmên xwe. Tevî ku li herêma Serê Kaniyê proseya paqijkirina mînan û vekirina rêyan dest pê kiriye, lê heta niha rê nayê dayîn ku xelkê resen ê herêmê vegere ser malên xwe.

Xelkê Serê Kaniyê piştî koçberiyê, li ser çendîn navçeyan dabeş bûne, beşek ji wan li Herêma Kurdistanê ne, beşek li bajarên cuda yên Sûriyê ne û hejmareke mezin jî di du kampên sereke yên li derdora Hesekê (Kampên Waşokanî û Serê Kaniyê) de dijîn. Ev koçber bi salan e di nav şert û mercên giran de ne û dixwazin dawî li vê koçberiya wan were.

Li gorî agahiyan, "Komîteya Koçberên Serê Kaniyê" ku çalakiyê birêve dibe, çendîn caran daxwazname pêşkêşî Hikûmeta Sûriyê kirine, daku vegera wan garantî bike. Lê belê heta niha hikûmetê ti gaveke pratîkî neavêtiye û bersiveke erênî nedaye daxwazên wan.

Di Cotmeha sala 2019an de, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî kiribûn. Di encamê de zêdetirî 200 hezar welatiyên resen koçber bûn. Tevî ku bi navbeynkariya Amerîka û Rûsyayê agirbest hatibû ragihandin, lê krîza koçberan hîn jî berdewam dike.

Ev hewildana vegerê di demekê de ye ku Rojavayê Kurdistanê di qeyraneke kûr a aborî re derbas dibe. Li bajarên wekî Qamişlo û navçeyên din, bihayê sotemeniyê û elektrîka molîtoran her ku diçe bilind dibe, ku ev yek jiyana welatiyan û koçberan hîn zehmettir kiriye.