Rêveberê Veberhênana Hewlêrê: Li parêzgehê 850 moletên veberhênanê hatine dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Veberhênana Hewlêrê ragihand, li sînorê parêzgeha Hewlêrê heta niha 850 moletên veberhênanê hatine dayîn û ev amar nîşan dide ku Hewlêr bûye navenda bala veberhêneran.
Rêveberê Giştî yê Veberhênana Hewlêrê Saman Ereb di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re da zanîn, heta niha 850 moletên veberhênanê ketine warê cîbicîkirinê û got: "Di dema niha de jî gelek projeyên nû hatine amadekirin daku moletê wergirin."
Saman Ereb amaje bi leza pêvajoya veberhênanê kir û aşkere kir, tenê di şeş mehên borî de nêzîkî 50 moletên veberhênanê hatine dayîn. Ereb got: "Ev amar nîşan dide ku çavên veberhêneran li ser Hewlêrê ne û veberhênana li bajêr ber bi paşerojeke geştir ve gavan diavêje."
Rêveberê Veberhênanê diyar kir, sala borî wan 100 molet dabûn veberhêneran û got: "Em hêvî dikin ku îsal, ji ber wan hêsankariyên zêde yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veberhêneran dike, ev rêje hîn bêtir bilind bibe."
Derbarê dabeşbûna projeyan li ser sektoran de, Saman Ereb got:
"Pêşîniya karê me ji bo sektorên pîşesazî, geştiyarî û çandiniyê ye. Di heman demê de, di warên bazirganî, perwerde û tenduristiyê de jî molet hatine dayîn."