Hewlêr, Dihok, Urmiye û Gever ji bo geşkirina bazirganiyê û aktîfkirina dergehên sînorî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca geşkirina tevgera bazirganî û çareserkirina astengiyên gumrikî, odeyên bazirganiyê yên Hewlêr, Dihok, Urmiye û Geverê li parêzgeha Colemêrgê civiyan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di rojên 3 û 4’ê Tîrmeha 2026’an de, workshopeke berfireh di bin navê "Navenda Lojîstîk a Sînorî ya Colemêrgê" de hat lidarxistin. Di vê civînê de nûnerên odeyên bazirganiyê yên Hewlêr û Dihokê, Urmiyeye û Geverê beşdar bûn û bal kişandin ser pêşxistina peywendiyên aborî yên nava perçeyên Kurdistanê.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Dihokê Şukrî Cemîl di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, hevahengiya sêalî ya di navbera hikûmet, zanist û kerta taybet de kilîta serkeftina her projeyekê ye. Ev civîn rê li ber wê yekê vedikin ku herêmên sînorî bi rengekî stratejîk werin bikaranîn.
Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Urmiyeyê Ceifer Nîkzade diyar kir, wan daxwaz ji odeyên bazirganiyê yên Hewlêr û Dihokê kiriye ku di çareserkirina pirsgirêkên gumrikî de alîkariya wan bikin. Nîkzade got: "Peywendiyên xelkê Urmiye û Herêma Kurdistanê dîrokî ne. Em dixwazin bi rêya aktîfkirina bazarên sînorî, xelkê herêmê sûdmend bibe."
Endamê Encûmena Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê Reşîd Mistefa Mîrxan bal kişand ser giringiya dergehên sînorî yên wekî "Serzêrî" û diyar kir, ew dixwazin van navçeyan bikin navendên giring ên pevguhertina bazirganî û pîşesazî.
Di heman çarçoveyê de, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Geverê Salih Ozdemîr jî aşkere kir, Hikûmeta Tirkiyeyê kar dike daku ev herêm bibe navendeke giring a bazirganî û geştiyariyê, daku xelkê herêmê karibe bi baştirîn awayî ji pêgeha xwe ya cografî sûd werbigire.
Tê pêşbînîkirin ku ev civîn bibe pêngaveke giring ji bo rakirina astengiyên îdarî û gumrikî yên li dergehên sînorî û geşkirina veberhênanê li herêmên cuda yên Kurdistanê.