Fransa: Em hevkariyên xwe yên zanistî ligel Herêma Kurdistanê berfireh dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xwendina Bilind û Vekolanên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bizavên xwe de bo misogerkirina serxwebûna zanîngehan, kar dike daku feydeyî ji ezmûn û şiyanên dezgehên zanistî yên welatê Fransayê werbigire.

Wezîrê Xwendina Bilind û Vekolanên Zanistî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Mihemmed Qadir îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê navborî, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên akademîk û zanistî yên di navbera dezgehên xwendina bilind ên Herêma Kurdistanê û Fransayê de hat kirin.

Berfirehkirina peywendiyên zanistî

Wezîrê Xwendina Bilind tekez li ser giringiya bilindkirina asta hevahengiyan kir û ragihand: "Em dixwazin asta pevguhertina mamosta û xwendekaran ligel zanîngehên Fransayê berfirehtir bikin û zêdetir derfetên xwendin û vekolanan bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên wî welatî peyda bikin."

Projeya serxwebûna zanîngehan

Tewerekê dî yê wê civînê girêdayî projeya serxwebûna zanîngehên Kurdistanê bû. Wezîrê Xwendina Bilind daxwaz ji Konsulê Fransayê kir ku bo biserxistina projeya serxwebûna zanîngehan bibin hevkar û piştevanî, ji ber ku Fransa di vî warî de xwedî ezmûneka dewlemend û serketî ye. Herwesa navborî da zanîn jî ku misogerkirina serxwebûnê bo zanîngehan yek ji armancên bingehîn ên wezaretê wan e.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Fransayê amadebûna welatê xwe bo pêşxistin û berfirehkirina hevkarî û piştgiriyên zanistî ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Konsulê Fransayê eşkere jî kir ku ew dê kar bikin daku Herêma Kurdistanê bi giştî û navendên akademîk bi taybetî, bi rêya bernameyên pevguhertina zanistî û perwerdeyî, bi rengekê çalaktir feydeyî ji ezmûnên Fransayê werbigirin.