Şêwirmendê Zeydî: Mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê garantîkirî ne

Mezher Mihemed
Mezher Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Îraqê ragehand ku paşketina parvekirina mûçeyên fermanberan tenê bo arêşeyeka hunerî û teknîkî vedigere; navborî piştrastiyê jî dide ku mafên darayî yên welatiyan li Îraq û Herêma Kurdistanê bi temamî parastî û garantîkirî ne.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê bo Karûbarên Darayî Mezher Mihemed îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeka taybet de bo Kurdistan24ê piştrastî da fermanberan û ragihand: "Mûçeyên fermanberên Îraq û Herêma Kurdistanê bi temamî hatine garantîkirin û tu arêşeyeka bingehîn di veguhastina mafên darayî de nîn e."

Şêwirmendê Serokwezîr li ser sedemên paşketina mûçeyên vê dawiyê got: "Ev mijar tenê girêdayî hebûna hinek têbînî û arêşeyên teknîkî û hunerî ye di navbera femangehên darayî de."

Arêşeya 120 milyar dînarên dahata negirêdayî petrolê

Ev jî di demekê de ye ku hefteya borî, şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî yê Îraqê re ragihandibû ku ji ber kêmbûna dahatên navxweyî, ew nikarin 120 milyar dînarên mehane (yên girêdayî pişka dahata negirêdayî petrolê) radestî Bexdayê bikin.

Li beranberî wê yekê jî, Wezîrê Darayî yê Îraqê diyar kiribû ku biryardana li ser kêmkirina wî pereyî li derveyî desthilata kargêrî ya wî de ye û tenê di taybetmendiya Encûmena Wezîran de ye. Ji ber hindê çaverê dihat kirin ku di civîna îşev de biryara dawiyê li ser bê dan, lê ev mijar tevlî rojeva danûstandinan nehat kirin.

Mûçeyê meha Hezîranê vê heftiyê tê şandin

Tevî vê yekê jî, Wezîrê Darayî yê Îraqê piştrastî daye şanda Herêma Kurdistanê ku bi tu awayekî pêvajoya şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê paş naxe û mehane wê pişkê dişîne.

Herwesa tê pêşbînîkirin ku di nav vê hefteyê de dravê pêdivî bo xerckirina mûçeyê meha Hezîranê (6) li ser hesabê bankî yê Herêma Kurdistanê bê zêdekirin.