Hevpeymaniya Sûdanî: Divê lêkolînên li ser gendeliyê hemî dosyeyên mezin vegirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê piştgiriya xwe ya tam bo rêkarên hikûmetê û Encûmena Bilind a Dadweriyê li dijî gendeliyê diyar kir û tekez kir ku divê lêkolîn hemî dosyeyan vegirin û ji hilbijartina nedadperwerane dûr bin.
Endamên Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê, ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike, îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) di kongreyeka rojnamevanî de ragihand ku girtina berpirsên têkelbûyî di pirsên gendeliyê de, çi di desthilata bicihanînê de bin an jî di ya qanûn-dananê de, pêngaveka giring e. Herwesa daxwaz kir ku daxuyaniya parlamenê ya di vî warî de bibe pêngaveka kiryarkî.
Hevahengiya siyasî û gelêrî
Hevpeymaniya navborî bal kişand ser wê yekê jî ku qonaxa niha xwedî piştgiriyeka berfireh a siyasî û gelêrî ye, û ev yek jî fersendeka guncayî ye bo vekirina dosyeyên mezin ên gendeliyê û kirina çaksaziyê di nav dezgehên dewletê de.
Di pişkeka din a daxuyaniya xwe de, endamên wê hevpeymaniyê piştgiriya xwe bo biryarên Serokwezîrê Iraqê di temamkirina kabîneya hikûmetê de nîşan da, hevkariya xwe jî tekez kir û hebûna her duberekiyekê red kir; hişyarî li ser hebûna şerekî ragihandinê jî da, ku armanca wî şêwandina rewşa siyasî ye.
Zeftkirina 127 milyar dînaran û 24 milyon dolaran
Di encama mikurhatinên dosyeya gendeliyê ya Wekîlê Wezareta Petrolê ya Iraqê Ednan Cumeylî de, li roja Yekşema hefteya borî, operasyoneka berfireh li Devera Kesk hat destpêkirin û di encamê de bi dehan berpirs, parlamenter û serokên partiyan hatin girtin.
Li ser vê mijarê, Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ragihand ku, hejmara giştî ya wan pereyên ku heta niha di vê dosyeyê de hatine zeftkirin ji 127 milyar dînarên Îraqî û 24 milyon dolarên Amerîkayî pêk tê, herwesa hejmareka avahî, timbêl û zêran jî hatine zeftkirin.