Li sayloya Şêxanê wergirtina genim bi sîstema onlayn hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sayloya Şêxanê careke din dest bi wergirtina genimê cotkaran hat kirin, ku îsal li gorî biryara Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Federal, pêvajo bi rêya qeydkirina li lînka onlayn û sîstema elektronîk birêve diçe.

Rêveberê Sayloya Şêxanê Xalid Bîbo aşkere kir ku cotkar ji bo radestkirina genimê xwe, navên xwe di sîstema elektronîk de tomar dikin.

Her çendî cotkar sîstema nû ya sirayê wekî karekî baş dibînin, lê dilgiran in. Cotkarên bi navên Cafer Ehmed û Xidir Mîrza diyar dikin ku hikûmeta federal zilm li wan kiriye, ji ber ku piraniya berhemê wan wernagire.

Li gorî agahiyan, pişka sayloya Şêxanê bo wergirtina genimê îsal tenê 72 hezar ton in, ku ev berhem girêdayî cotkarên rêveberiyên çandiniya Neynewa û Dihokê ye.