Îran: Êrişên Amerîkayê rêkeftina bidawîkirina şer pûç kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê êrişên Amerîkayê yên li ser kenarên başûrê welatê xwe şermezar kirin û hişyariyeke tund da welatên cîran ku axa xwe ji bo êrişan venekin.

Wezareta Derve ya Îranê, îro 8ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Amerîkayê bi êrişên xwe serweriya axa Îranê û Peymannameya Neteweyên Yekgirtî (madeya 2) binpê kiriye. Tehran dibêje, Amerîkayê bi van êrişan "Yadaştnameya Lihevkirina Bidawîkirina Şer" bi temamî pûç kiriye.

Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniya Îranê, hişyariya ji bo welatên navçeyê bû. Îranê ragihand: "Her welatekî ku rê bide axa wî ji bo êrişkirina li ser Îranê were bikaranîn, dê wekî hevparê sûc û destdirêjiyê were dîtin û divê berpirsiyariya xwe ya yasayî hilgire."

Tehranê destnîşan kir, li gorî madeya 51 a Peymannameya Neteweyên Yekgirtî, mafê wan ê "parastina rewa" heye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên çekdar ên Îranê dê bêyî dudilî bersiva her destdirêjiyê bidin û dê jêder û bingehên êrişê bikin armanc, daku serweriya xwe ya niştimanî biparêzin."

Ev rageşiya mezin piştî van bûyeran peyda bû:

- Êrişa Amerîkayê: CENTCOMê ragihand ku wan li hundirê Îranê li zêdetirî 80 armancên serbazî (rader, navendên fermanrewayê û belemên şer) xistiye. Amerîka dibêje ev siza ye, ji ber ku Îranê êrişî 3 keştiyên bazirganî yên navdewletî kiriye.

- Bersiva Îranê: Supaya Pasdaran ragihand jî ku wan wekî bersiv li 85 pêgehên serbazî yên Amerîkayê yên li welatên Behreyn û Kuweytê xistiye.

Îran Washingtonê tawanbar dike ku bi êrişên serbazî, qedexekirina firotina petrola Îranê û destwerdana li Tengava Hurmizê, navçeyê ber bi şerekî berfireh ve dibe. Her wiha Tehran dibêje berdewamiya êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê jî rewşê hîn aloztir dike.