Li Dihokê pêşangeha ‘Azmanek bi Rengên Cuda’ hat vekirin

Dihok (K24) – Bi dirûşma "Azmanek bi Rengên Cuda", Rêveberiya Çalakiyên Dibistanan a ser bi Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Dihokê ve, 6emîn pêşangeha hunerî ya hevbeş vekir.

Bi serperştiya Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter, 6emîn pêşangeha hevbeş a çalakiyên dibistanan hat vekirin. Di pêşangehê de 53 mamoste û hunermendên şêwekar ên ji rêveberiyên cuda yên perwerdeyê yên li ser asta parêzgehê beşdar bûn.

Armanca sereke ya vekirina vê pêşangehê, piştgirîkirina kesên dahêner, geşepêdana behreyên hunerî û handana hunermendên şêwekar e, da ku berhem û karên xwe nîşan bidin. Her wiha, ev çalakî wekî hewlekê tê dîtin ji bo peydakirina tevgereke hunerî û rewşenbîrî di nava dezgehên perwerdeyê de û derxistina enerjî û şiyanên afirîneriyê li parêzgeha Dihokê.

Di pêşangehê de, hunermend û serpereştên hunerî nêrînên xwe parve kirin. Şêwekar Mîna Ebdulla kêfxweşiya xwe nîşan da ku karên wan di pêşangeheke wiha ya berfireh de tên dîtin û bal kişand ser giringiya guhertina rengan û nûbûnê.

Şêwekar Gare Xoşebî amaje bi wê yekê kir ku pêşangeh derfetek e da ku hunermendên perwerdekar şiyanên xwe pêşkêş bikin.

Serperştê Pêşangehê Bêwar Elî jî tekez kir ku ev pêşangeh salane tê organîzekirin û armanc jê ew e ku ruhê hunerî di nav mamoste û xwendekaran de zindî bimîne.

Ev pêşangeh salane ji aliyê Rêveberiya Perwerdeya Dihokê ve tê lidarxistin û wekî yek ji mezintirîn çalakiyên hunerî yên mamosteyan li herêmê tê hejmartin.