Trump gefeke tund li Îranê xwar: 1000 mûşekên me amade ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke pir tund da Îranê û ragihand, heke Tehran gefan li dijî wî bimeşîne, artêşa Amerîkayê amade ye di nava salekê de "Îranê bi temamî wêran bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê taybet ê tora civakî "Truth Social", peyameke tund arasteyî Komara Îslamî ya Îranê kir. Trump ragihand ku niha 1000 mûşekên Amerîkayê ber bi Îranê ve ne û di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.
Trump her wiha destnîşan kir, bi hezaran mûşekên din jî hatine amadekirin da ku "destpêkê bên bikaranîn", heke hikûmeta Îranê hewl bide fermanên terorkirina wî bicîh bîne. Serokê Amerîkayê got: "Fermanên pêwîst hatine dayîn; artêşa me di nava salekê de dikare hemû navçeyên Îranê wêran bike."
Tê payîn ku îro 11ê Tîrmeha 2026an, berpirsên Îranê li welatê Omanê bin û navbeynkar hewl bidin rewşê aram bikin. Amerîka li bendê ye ku Îran piştî vê civînê daxuyaniyeke fermî derbarê ewlehiya Tengava Hurmizê de belav bike.
Berpirsekî Amerîkî di vê derbarê de got: "Daxwaza me zelal e; divê Îran bi daxuyaniyeke giştî qebûl bike ku Tengava Hurmizê vekirî ye û ew ê êdî guleyan bernedin keştiyan. Yan ew ê vê daxuyaniyê bidin, yan jî dê encamên xirab di pey re werin."
Trump hefteya borî ragihandibû ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye û di çarçoveya êrişeke asmanî ya du-rojî de, vê hefteyê nêzîkî 170 armancên Îranî hatine lêdan. Berpirsên Amerîkayê navê ev operasyonê wekî "Operation Bitch Slap" binav kirine, ku mebest jê êrişeke "biêş lê kurtmewda" ye da ku Tehran neçar bibe paşde gavan biavêje.
Wekî beşek ji vê zextê, Amerîkayê du keştiyên mezin ên firokehilgir (USS Abraham Lincoln û USS George H.W. Bush) şandine Deryaya Omanê.