Rêya Dihok - Zaxoyê û Tunêla Zaxoyê; Şademara bazirganiyê ya Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêya navbera Dihok û Zaxoyê û Tunêla Zaxoyê, wekî yek ji projeyên herî stratejîk û giring ên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, guhartineke bingehîn di kerta bazirganî û hatin û çûnê de kiriye. Ev proje ku bi budceya nêzîkî 500 milyar dînaran hatine bicihanîn, hêsankariyeke mezin bo tevgera kelûpel û geştiyaran di navbera Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê de peyda kiriye.
Di çarçoveya giringîdana Kabîneya Nehê bi jêrxaneya rêyên giştî, projeya rêya dualî ya Dihok - Zaxoyê wekî yek ji mezintirîn projeyên rêyên giştî li ser asta Herêma Kurdistanê û Îraqê hat temamkirin. Ev rê, ku wekî şademara bazirganiyê tê hesibandin, parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl ve girê dide.
Hûrgiliyên Rêya Dihok - Zaxoyê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pîvanên bilind ev rê nûjen kiriye:
- Dirêjahî û Qonax: Rêya Dihok - Zaxoyê bi dirêjahiya 44 kîlometreyan û di 10 qonaxên cihêreng de hat çêkirin û bû rêyeka dualî.
- Xerciya Projeyê: Ji bo bicihanîna vê projeya stratejîk, zêdetir ji 311 milyar dînaran hatine xerckirin.
- Overpas û Enderpas: Ev rê bi kalitiyeke bilind û li gorî pîvanên cîhanî hatiye avakirin, ku tê de yek overpas û çar enderpas hatine çêkirin û xizmeta bi dehan gund û deverên derdorê dikin.
Herwesa yek ji destkeftiyên herî diyar ên Kabîneya Nehê di vê deverê de temamkirina projeya Tunêla Geliyê Zaxoyê bû:
Tunêla Geliyê Zaxoyê û Sîstema Ewlehiyê
- Taybetmeniyên Tunêlê: Ev Tunêl, ku dirêjahiya wê 3.600 metre ye, bi budceya 175 milyar dînaran hat bicihanîn. Vê tunêlê dema hatin û çûnê kêm kiriye û ew xeteriyên mezin ên, ku li ser rêya berê ya "Geliyê Zaxoyê" rûbirûyî şofêr û barhilgiran dibûn, nehêlan.
- Teknoliya Ewlehiyê: Ji rûyê silametiyê ve, ev rê bi nûtirîn teknolojî û sîstema nîşanên hatin û çûnê hatiye bicihanîn. Binecihkirina kamerayên çavdêriya lezê, xêzkirina pêşkeftî û danana nîşanên ronker roleke berçav di kêmkirina rûdanên trafîkê de lîstiye.
Ev projeyên stratejîk tenê hêsankariyên hatin û çûnê nînin, belkî parek ji dîtina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ne, bo bêtir bihêzkirina jêrxaneya aborî û guhertina Herêma Kurdistanê bo navendeke giring a bazirganiyê li deverê, ku rojane bi hezaran barhilgir û geştiyar bi silametî û di demeke kêm de tê re derbaz dibin.