Dadweriya Îraqê: Bo vegerandina pereyên dizî, em cezayan sivik dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê ronkirineka nû li ser dosyeya "Diziya Sedsalê" û gendeliya darayî belav kir û ragihand; amanca wan vegerandina pereyên dewletê ye û bo vê meremê jî amade ne li gorî Qanûna Lêborîna Giştî, cezayê wan tometbarên ku pereyan vedigerînin sivik bikin.
Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku bi rêya dadgehên taybetmend, ew bo du amancên serkeî kar dikin; ya yekê lêpirsîna ligel gendelakaran û duyê jî vegerandina pereyên dewletê ye.
Encûmena Bilind a Dadweriyê amaje bi we yekê jî kiriye ku li gorî destûr û qanûnê, ew dikarin rêkarên qanûnî yan cezayên li dijî tometbaran bêne sivik bikin eger gendelkar pereyên ku dizîne radestî dewletê bikin, ku ev awa di dosyeya “Diziya Sedsalê” de jî hatiye peyrewkirin.
Li ser dosyeya Nûr Zuhêr û "Diziya Sedsalê"
Encûmena Bilind a Dadweriyê ron jî kir ku kompanyayên biyanî 5% ji xerciyên projeyên xwe wekî rehîne (emanat) li cem Desteya Bacê dadinin, lê çend kompanyayan bi rêyên neqanûnî ew pere derxistine. Li ser vê bingehê, lihevkirin di navbera Serokê Encûmena Dadweriyê û Serokwezîrê berê de hatibû kirin, bo azadkirina "Nûr Zuhêr" bi kefalet, bi wî şertî ku pereyan bi qist vebigerîne.
Heta niha 365 milyar dînar ji 1 trîlyon û 618 milyar û 370 milyon û 882 hezar dînaran, ku li cem kompanyayên Nûr Zuhêr bûn, hatine vegerandin. Ev hejmara pereyan jî parek ji hejmara giştî ya 3 trîlyon û 831 milyar û 370 milyon û 882 hezar dînaran e, ku ji Banka Rafîdeynê hatibûn derxistin.
Encûmena navborî herwesa got: “Piştî ku tometbar çû derveyî welat û vegerandina pereyan rawestand, cezayê 10 salên zîndankirinê bi awayê xiyabî ji wî re hat derxistin û dosyeya wergirtina wî bi rêya Întêrpolê hatiye aktîfkirin.”
Qanûna Lêborîna Giştî û Tometbarên Din
Li gorî wê ragihandinê, parêzerê Nûr Zuhêr daxwaz kiriye ku qanûna lêborînê ji wî bigire li beranberî vegerandina tevahiya pereyan, dadgeh jî li benda razîbûna Wezareta Darayî ye. Herwesa cezayê zîndankirinê bi amadeyî bo fermanberên Desteya Bacê derketiye û niha di zîndanê de ne, dibe ku lêborîn ji wan jî bigire eger qerebûya darayî bidin.
Herwesa cezayê zîndankirinê bo Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê berê yê Iraqê û çend şêwirmendan jî derketiye û fermana girtina navdewletî bo wan hatiye derxistin. Li ser Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazîmî jî, Encûmena Dadweriyê ragihand ku lêkolîn ligel wî hatiye kirin û ji ber nebûna belgeyên pêdivî, dosyeya wî hatiye girtin.
Dosyeya Parzinîgehên Bakur û Planeke Nû
Di parekî din a wê ronkirinê de hatiye ku li ser dosyeya Kompanyaya Parzinîngehên Bakur û tometbar "Ednan Cumeylî" û hejmareka parlamenteran, eynî rêkar tên bicihanîn eger tawanên wan berî derketina qanûna lêborînê bin û pereyan vegerînin.
Encûmena Dadweriyê aşkere kiriye ku ew ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kar dikin, bo danana "nexşerêyekê" daku pereyên dewletê bên vegerandin li beranberî sivikkirina rêkarên qanûnî bo wan kesên ku bi heza xwe pereyan vedigerînin.