Wezareta Darayî ya Iraqê: Erkê me tenê vegerandina mafên xezîneyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî ya Iraqê derbarê rola xwe ya di dosyayên gendeliyê de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, erkê wan tenê aliyê darayî û vegerandina pereyên dewletê ye, ne biryarên dadwerî.
Wezareta Darayî ya Iraqê îro 11ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, di dozên gendeliyê de, rola wan bi tenê bi "vegerandina mafên xezîneya dewletê" ve sînordar e. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di dozên ku peywendiya wan bi vegerandina pereyên talankirî re heye, em tenê wekî aliyê darayî berpirsiyar in, da ku serweta giştî cardin bikeve xezîneya dewletê."
Wezareta Darayî tekez kir, her mekanîzmayeke ji bo vegerandina wan pereyên, divê vegerandina hemû pereyên dewletê misoger bike û yekser bê sepandin, da ku serweta giştî û mafên serwerî neyên windakirin."
Derbarê rêkarên dadwerî û daxwazên "lêborînê" yên ku pêşkêşî dadgehan tên kirin, wezaretê zelal kir ku ev mijar bi temamî di çarçoveya desthilata dadweriyê de ye. Wezaretê diyar kir, dadgeh li gorî rêkarên qanûnî yên pejirandî, desthilatên xwe bikar tînin û wezaret destêwerdanê di biryarên dadgehan de nake.
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Darayî amadehiya xwe ya ji bo hevahengiya bi desthilata dadwerî û saziyên çavdêriyê re nîşan da, da ku li gorî qanûnan hewlên ji bo parastina pereyên giştî xurtir bibin.