Li Zaxoyê bi 100 milyar dînar veberhênan di kerta elektrîkê de hat kirin

Zaxo (K24) – Di nava çar salên borî de li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi zêdetirî 100 milyar dînarên Iraqî 65 projeyên elektrîkê hatin cîbicîkirin û elektrîk gihîşt 65 gundan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya avadankirina herêmê de, giranî daye kerta elektrîkê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê. Di encama van projeyan de, elektrîk gihîştiye 65 gundên sînorê Zaxoyê ku berê bi kêşeyên giran re rûbirû bûn. 

Her wiha di warê xizmetguzariyên bajêr de jî, li seranserê herêmê 75 kîlometre rê û cadeyên serekî hatine ronîkirin, ku ev yek bandoreke erênî li ser tevgera hatinûçûnê û asayîşa bajêr kiriye.

Yek ji projeyên herî giring, rakêşana hêla 132 KV ya elektrîkê ye ku bi lêçûna 3 milyon dolaran ji bo navenda bajarê Zaxoyê hatiye encamdan. Ev projeya stratejîk bûye sedem ku kêşeya elektrîkê li 3/4ê bajêr bê çareserkirin. Li Zaxoyê niha 2 wêstgehên 132 KV û 12 îstgehên 33 KV hene ku rojane şiyana veguhastina 160 megawat elektrîkê heye.

Welatiyên Zaxoyê ji ber van xebatan dilxweşiya xwe nîşan didin. Meryem Fexrî bal kişand ser wê yekê ku beriya Zaxoyê bibe Îdareya Serbixwe, kêşeyên wan ên elektrîkê pir giran bûn, lê niha rewş ber bi başbûnê ve diçe.

Welatî Rêwan Cemîl jî diyar kir, berê qutbûna elektrîkê pir zêde bû, lê niha piştî cîbicîkirina projeyên nû, demjimêrên dayîna elektrîkê zêdetir bûne û xizmetguzarî gihîştine her derê.

Ev projeyên ku di nava çar salan de hatine cîbicîkirin, wekî gaveke mezin ji bo geşepêdana aborî û civakî ya devera Zaxoyê têne hejmartin.