Tankêrên petrola Iraqê li Sûriyeyê rastî êrişan tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Beşek ji tankerên ku petrola Iraqê vediguhêzin Sûriyeyê, li ser rêyên sereke rastî êriş û şewitandinê tên. Hat diyarkirin ku sedema serekî ya van êrişan krîza aborî ye û êşîrên herêmê li pişt van kiryarên neyasayî ne.

Pêvajoya veguhastina petrola Iraqê di nav axa Sûriyeyê re rûbirûyê astengiyên ewlehiyê dibe. Li gorî zanyariyan, tankerên petrolê li çend navçeyên cuda rastî êriş û gulebaranê tên û beşek ji wan ji aliyê xelkê herêmê ve têne şewitandin.

Zêdetirîn bûyerên şewitandina tankeran li derdora parêzgeha Dêrazorê hatine qeydkirin. Heya niha li vê deverê zêdetirî pênc caran tankerên petrolê hatine şewitandin. Her wiha li ser rêya navbera Hesekê û Reqayê jî bûyereke şewitandinê û li ser rêya Tertûsê jî du bûyerên trafîkê yên ku bûne sedema şewitandina tankeran rû dane.

Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku êşîrên li wan navçeyan li pişt van êrişan in. Sedema serekî ya van kiryaran wekî "xerabûna rewşa aborî" tê nîşandan; xelkê herêmê ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin an jî rê li bazirganiyê bigirin, tankeran dişewitînin.

Ji ber van metirsiyan, hêzên ewlehiyê niha çavdêriya karwanên petrolê dikin. Di nava van hemû êrişan de, rêxistina DAIŞê tenê carekê berpirsiyariya şewitandina tankeran girtiye ser xwe.

Beriya niha petrola Iraqê di dergehê Tinifê re diçû Sûriyeyê, lê piştî vekirina dergehê Ebûkemalê ew rê hat çalakkirin. Niha jî zêdetirîn veguhastin di dergehê Telkoçer (Rebiya) re tê kirin.

Rojane bi sedan tankerên petrolê ji kêlgeh û parzûngehên Kerkûk, Bêcî û Hewlêrê ber bi sînorê Sûriyeyê ve birê dikevin. Armanca Iraqê ew e ku bi rêya parzûngeha navendî ya Baniyasê ya li ser Deryaya Navîn, petrola xwe bigihîne bazarên Ewropayê.

Hikûmeta Iraqê bi vê gava nû ya veguhastina bejayî, hewl dide rêyên alternatîf ji bo hinardekirina petrola xwe peyda bike. Ev biryar bi taybetî piştî aloziyên li Tengava Hurmizê hat girtin, da ku Iraq bikaribe bi awayekî ewle petrola xwe bigihîne bazarên cîhanê.

Tevî van êrişan jî, veguhastina petrola Iraqê û ya herêmên Rojhilatê Firatê ber bi parzûngeha Baniyasê ve berdewam e, lê heta niha her du hikûmetên Iraq û Sûriyeyê hejmara fermî ya tankerên ku rojane derbas dibin, aşkere nekirine.