7. Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navdewletî li Almanyayê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xula 7emîn a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navdewletî bi dirûşma "Sînema Bîranîn e", li Almanyayê di sînema "Schoneberg Filmpalast" de dest pê dike. Serokê mîhrîcanê ragihand, ji ber şer û aloziyan, beşdariya hunermendên ji Îranê kêm bûye.

Amadekarî ji bo 7emîn Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navdewletî berdewam in. Biryar e mîhrîcan roja 4ê Îlona 2026an li Almanyayê dest pê bike û 3 rojan berdewam bike. 

Serokê Mîhrîcanê Cengo Şerîf ji Kurdistan24ê ragihand, îsal pêşwaziyeke mezin li mîhrîcanê hatiye kirin û ji 102 welatên cuda yên cîhanê, 913 fîlman serlêdan kiriye. Şerîf diyar kir, ji nava van berheman tenê 75 fîlm gihîştine qonaxa pêşbirka fermî û 35 fîlm jî dê li ser ekrana mîhrîcanê bên nîşandan.

Cengo Şerîf bal kişand ser guhertineke giring di xula îsal de û got: "Di şeş xulên borî de, hunermendên ji Îranê her dem di rêza yekem de bûn ku herî zêde fîlm dişandin. Lê belê îsal ji ber şer, nearamî û aloziyên navxweyî yên li Îranê, beşdariya wî welatî bi awayekî berçav kêm bûye."

Li gorî zanyariyan, îsal Almanya di rêza yekem de ye ku herî zêde fîlm şandine, Fransa di rêza duyem û Hindistan jî di rêza sêyem de cih digire.

Di dawiya mîhrîcanê de dê 8 xelatên sereke di van kategoriyan de werin dabeşkirin:

- Fîlmê Kurdî yê Herî Baş

- Belgefilmê Herî Baş

- Anîmasyona Herî Baş

- Fîlmê Navdewletî yê Herî Baş

- Lîstikvanê Herî Baş

- Senaryoya Herî Baş

- Sînematorafiya Herî Baş

Sala borî xula 6emîn a mîhrîcanê li bajarê Bochum ê Almanyayê hatibû lidarxistin. Wê demê rekoreke pêşwaziyê hatibû şikandin û 1100 fîlman ji 127 welatan serlêdan kiribûn, ku ji nava wan tenê 29 fîlm ji bo nîşandanê hatibûn hilbijartin.

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navdewletî îsal li Berlînê di sînema "Schoneberg Filmpalast" de hunermend û sînemagerên cîhanê tîne cem hev û hewl dide bîranîna Kobanê bi rêya hunerê zindî bihêle.