Kuweyt: Me bersiva çend êrîşên Îranê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Erkaniya Giştî ya Artêşa Kuweytê ragihand ku wan bersiva çend êrîşên Îranê daye û welatiyên xwe jî piştrast dike ku sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan çalak e.
Artêşa Kuweytê serê vê sibehê (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) li ser tora civakî ya “X”ê daxuyaniyeke Serokatiya Erkaniya Giştî ya Artêşê belav kir û tê de piştrastî da welatiyên Kuweytî ku ew dengên mezin ên li asmanê welatê wan hatine bihîstin, ji ber bersivdan û pûçkirina çend êrîşan bûye ku derbaz bûbûn nav asmanê Kuweytê.
Artêşa Kuweytê herwesa tekez kir û daxwaz ji şêniyên Kuweytê kir ku ji bo parastin û silametiya xwe, pabendî rêkar û rênmayiyên dezgehên ewlehiyê bin.
Berfirehbûna Êrîşan li ser Welatên Kendavê
Hêzên Îranê li serê vê sibehê (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) pêleke êrîşên bi moşek û dronan bo ser welatên Behreyn, Qeter, Îmarat û Kuweytê da destpêkirin; ev jî wekî bersivekê bû ji bo wan êrîşên ku Amerîkayê kiribûn ser Tehranê, di demekê de ku dever ketiye nav aloziyeke ewlehiyê ya tund.
Rêkarên hawarçûnê li Behreyn û Qeterê
Ji ber gurbûna şer û êrîşan, welatên cîran rênmayiyên lezgîn belav kirin:
- Behreyn: Wezareta Navxwe ya Behreynê zenga hişyariyê lê da û daxwaz ji welatiyan kir ku bi lez biçin nêzîktirîn cihê aram.
- Qeter: Wezareta Navxwe ya Qeterê jî asta gefên ewlehiyê bilind kir û rênmayî dan ku her kes di malên xwe û cihên aram de bimînin. Hevdem Wezareta Berevaniyê ya Qeterê jî tekez kir ku hêzên wan ên çekdar bersiva êrîşeke moşekî daye ku li ser wî welatî hatibû kirin.
Rewşa Îmaratê û Pûçkirina Gefan
Li Îmaratê, Wezareta Berevaniyê ragihand ku sîstemên berevaniya asmanî vê gavê mijûlî bersivdana êrîşên moşekî û dronî ne, ku ji Îranê ve hatine avêtin. Ron jî kir ku ew dengên li deverên cuda cuda yên Îmaratê hatine bihîstin ji ber kiyarên pûçkirin û rûbirûbûnê bûne, ku ev jî ligel daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Îmaratê li ser serederiya berevaniya asmanî ligel gefên moşekî hevdem bû.