Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji gelê Qeterê û binemala Al Sanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka sersaxiyê arasteyî Mîrê Qeterê, binemala Al Sanî û gelê wî welatî re dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de li ser tora civakî ya "X"ê ragehand: "Bi xem û kovaneka mezin ve nûçeya koça dawiyê ya Mîrê Bav, Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî (Xudê jê razî be) gihîşt me."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa dibêje: "Di vê helkefta xembar de, em peyama sersaxiyê ji dil arastey birayê xwe Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, binemala rêzdar a Al Sanî û gelê bira yê Qeterê re dikin."
Di pareka din a peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: "Em ji Xudayê mezin dixwazin ku Xudêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û bi bihişta berfireh şa bike; xelata xêr û qenciyên hemî wan xizmetên ku pêşkêşî welat û gelê xwe kirine bide wî, û sebr û hedarê bide malbat, kesûkar û gelê rêzdar ê Qeterê."
Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî kî ye?
- Mîrê Bav: Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, ku li Qeterê wekî "Mîrê Bav" tê nasîn, îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di jiyê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
- Endazyarê Qetera nû: Di navbera salên 1995 heta 2013ê de, desthilata Qeterê di destê wî de bû û ew wekî endazyarê Qetera nû tê nasîn. Di desthilata serdema wî de, Qeterê pêşketineka mezin di warên aborî, hinardekirina gazê û pêgeha dîplomasî de li cîhanê tomar kir.
- Radeskirina desthilatê: Di sala 2013ê de, wî bi daxwaza xwe desthilat da destê kurê xwe Şêx Temîm bin Hemed.