Serok Barzanî: Piştgiriyên Graham bo gelê Kurdistanê her tim bilind dimînin

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyameka sersaxiyê de bo koça dawiyê ya senator Lindsey Graham ragehand: “Navê wî senatorî wekî piştgirekî wefadar ê mafên gelê Kurdistanê dê di bîrdanka xelkê de her tim bilind bimîne.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) peyameka sersaxiyê bo koça dawiyê ya senator Lindsey Graham belav kir û tê de ragehand: "Gelek bi mixabinî ve nûçeya koça dawiyê ya dostê gelê Kurd senator Lindsey Graham gihîşt min.”

Serok Mesûd Barzanî her di wê peyamê de got: “Nav û helwestên Lindsey Graham wekî piştgirekî wefadar ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê dê her tim di bîrdanka xelkê Kurdistanê de bilind bimînin."

Serok Barzanî di pişkeka din a peyama xwe de dibêje: "Ez sersaxiyê ji binemala wan a rêzdar û tevahiya dost û naskiriyên wî dikim û ez hevparê xema wan im. Canê wî şa be û ez rehetiyê bo binemal û kesûkarên wî dixwazim."

Nivîsîngeha Senatorê Partiya Komarî li Wîlayeta Karolînaya Başûr Lindsey Graham her îro di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku duhî (Şemî, 11ê Tîrmeha 2026ê) danê êvarê senator Graham ji ber nexweşiyeke kurt û ji nişkê ve, di jiyê 71 saliyê de koça dawiyê kiriye.