Medyaya Îranê: Bandar Ebbas careke din hat bombebarankirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê ragihand, Amerîkayê êrişên xwe yên li ser başûrê welat hîn dijwartir kirine û bajarê Bandar Ebbas tevî girava stratejîk a Ebû Mûsa bombebaran kirin.
Medyaya fermî ya Îranê aşkere kir, navçeyên başûrê welat îro 12ê Tîrmeha careke din bûne armanca bombebaraneke giran. Li gorî nûçeyê, artêşa Amerîkayê bajarê Bandar Ebbas û girava Ebû Mûsa ya li Kendavê bi giranî dane ber bombeyan.
Ji aliyekî din ve, berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ji bo malpera nûçeyan a "Axios" daxuyand, hêzên wan zincîreyek êrişên çirr û giran li ser çend xalên cuda yên li derdora Tengava Hurmizê pêk anîne.
Heman berpirsî diyar kir ku mebesta van êrişan lawazkirina şiyanên serbazî yên Îranê ye; bi taybetî têkbirina sîstemên mûşekî, berevaniya asmanî û wan keştiyên Supaya Pasdaran ên ku gefê li hatûçûna deryayî dixwin.