96%ê kêşeya kêmava li sînorê Zaxoyê hat çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêngaveke stratejîk de kêşeya kêmava ya 20 salan li qezaya Batîfayê çareser kir. Bi giştî li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê zêdetirî 20 milyar dînar bo sektora avê hatine xerckirin û asta xizmetguzariyan gihîştiye 96%.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên avadankirinê li devera Zaxoyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, bi herêma 6 milyar û 500 milyon dînarî projeyeke mezin a ava vexwarinê li qezaya Batîfayê hat cîbicîkirin ku dawî li derdeseriya 20 salî ya niştecihên herêmê anî.

Ev projeya ku di nava sê salên borî de hat temamkirin, rojane şiyana dabînkirina zêdetirî 20 hezar metre sêcar avê heye. Bi vî awayî navenda qezaya Batîfayê û sê gundên derdora wê ji qeyrana bêaviyê hatin rizgarkirin.

Niştecihên herêmê bi dilxweşiyeke mezin pêşwaziya vê projeyê dikin. Welatiyekî ji Kurdistan 24ê re got: "Beriya niha jiyana me pir zehmet bû. Em neçar bûn ku bi pereyekî zêde avê bi tankêran bikirin û gelek caran ew av ji bo vexwarinê ne paqij bû. Lê niha xwedê ji hikûmetê razî be, ava me ya paqij û elektrîka me ya 24 saetî heye."

Li ser asta giştî ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava pênc salên borî de zêdetirî 20 milyar dînar bo pêşxistina kerta avê û lêdana bîran terxan kiriye. Bi vê yekê 96%ê kêşeya kêmava ya li navenda bajêr hat çareserkirin. Her wiha projeya "Zaxoya Nû" ku di demjimêrekê de 5500 metre sêcar avê berhem tîne, wekî yek ji destkeftên herî giring tê hesibandin.

Di çarçoveya van xebatan de, projeya ava Pêşabîrê ya li sînorê nahiya Rizgariyê jî bi herêma milyarek û 200 mîlyon dînarî hat cîbicîkirin. Ev proje ava paqij ji bo sê komelgehên niştecihbûnê dabîn dike ku tê de pêkhateyên cuda yên wekî Misulman, Mesîhî û Êzidî bi hev re dijîn. Ev yek wekî nîşana dadperweriya hikûmetê di gihandina xizmetguzariyan de ji bo hemû welatiyan tê nirxandin.