Bi lêçûna zêdetirî 90 milyar dînaran; Projeya ducadeya Spîlik-Xelîfan ket xizmetê

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya ducadeya Spîlik-Xelîfan ku yek ji şahrêyên stratejîk ên Îdareya Serbixwe ya Soranê ye, bi lêçûna zêdetirî 90 mîlyar dînaran hat temamkirin û ket xizmeta welatiyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyeke din a giring a rê û piran li herêma Soranê bidawî kir. Projeya rêya Spîlik-Xelîfan ku ji du beşên sereke pêk tê, berî dema xwe ya diyarkirî ji aliyê "Kavin Group" ve hat temamkirin.

Beşa yekem û herî stratejîk a projeyê ku wekî beşek ji 'Rêya Hamilton' a di navbera Spîlik û Xelîfanê de tê naskirin, di Îlona 2022’an de bi lêçûna 78 mîlyar û 788 mîlyon dînaran dest pê kir; ev beş ji 10 km rêya sereke û 8 km rêya xizmetguzariyê pêk tê. 

Ev rêya ku firehiya wê 23 metre ye, binpasa Spîlik-Barzan, Dergeha Xelîfanê û serpasa stratejîk a Dola Alana ya ku Îdareya Serbixwe ya Soranê bi Raperînê ve girêdide di nav xwe de dihewîne.

Beşa duyem a projeyê di nav navenda qezaya Xelîfanê de cih digire. Ev beş di Nîsana 2024’an de dest pê kir û bi lêçûna 11 mîlyar û 790 mîlyon dînaran hat temamkirin. Dirêjiya vê beşê 1.5 km ye û di nav de binpasek û du pirên peyayan hene.

Lêçûna giştî ya her du beşên rêya Spîlik-Xelîfan gihîşt 90 mîlyar û 578 mîlyon dînaran; ev rê ji bilî hêsankirina hatûçûna xelkê herêmê, di warê geşepêdana tûrîzma navxwe û biyanî de roleke mezin dilîze, tevgera bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bihêztir dike û bajarên Dihok û Hewlêrê bi awayekî modern bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve girê dide.