Wezîrê Ceng ê Amerîkayê: Divê Iraq grûpên çekdar bêçek bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth daxwaz kir ku hikûmeta Iraqê grûpên çekdar ên alîgirên Îranê bêçek bike. Hevdem, Serokwezîr Elî Zeydî ragihand, wan bi Serok Trump re li ser vekişîna hêzên Amerîkayê di 30’ê Îlonê de li hev kiriye.

Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth, piştî civîna ligel Zeydî di konferanseke rojnamevaniyê de daxuyaniyên tund dan. Hegseth daxwaz kir ku Iraq serweriya xwe biparêze û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê bêçek bike. Hegseth diyar kir ku ev grûp berpirsê zêdetirî 600 êrîşên li ser hêzên Amerîkayê ne.

Hegseth her wiha pesnê hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge da ku di şerê dijî DAIŞ’ê de serkeftî bûne û piştrast kir ku li gorî peymana nû, hêzên hevpeymanan dê di meha Îlona îsal de dest bi vekişînê bikin.

Serokwezîr Elî Zeydî aşkere kir ku wî û Serok Trump li ser dîroka vekişîna hêzên Amerîkayê li hev kiriye. Zeydî got: "Me ligel Serok Trump biryar da ku di 30’ê Îlona 2026’an de hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin. Serdana min ne asayî ye; em dixwazin peywendiyên xwe ji çarçoveya ewlehiyê veguherînin hevpeymaniyeke stratejîk a aborî."

Zeydî bal kişand ser şaristaniya kevnar a Iraqê û got ku derî ji bo karsaz û kompanyayên Amerîkî bi temamî vekirî ne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Washingtonê Rehîm Reşîdî, derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê de pirsek arasteyî Serokwezîr Zeydî kir. Zeydî di bersiva xwe de got: "Kurdistan beşeke giring ê Iraqê ye. Her bihosteke vê xakê mîna beşekê ji laşê min e û ez ti cudahiyê naxim navbera herêman."

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê de diyar kir ku ew ligel Bexdayê di nava hevkariyeke pir baş de ne. Trump got: "Iraq ji ber xwedîbûna petrolê xwedî şiyaneke mezin e. Em ê çendîn peymanên stratejîk îmza bikin, daku berhemanîna petrolê zêde bibe û ji bo her du welatan derfetên nû yên kar biafirin."