Zozanên Colemêrgê bûne navenda nû ya aramî û geştiyariya sirûştî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema ku germeke dijwar li bajarên Tirkiyeyê û herêmê dixe, zozanên bilind û golên cemidî yên Colemêrgê bûne penageha geştiyaran. Berfa ku hîn li ser lûtkeyan e, bala bi hezaran geştiyarên navxwe û biyanî dikşîne.

Zozan û çiyayên bilind ên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî parêzgeha Colemêrgê, îsal bûne navenda herî giring a geştiyariyê. Di nava germahiya Havînê de, dîtina berfê û bihîstina dengê çemên sar, ji bo geştiyaran bûye ceribandineke bêhempa.

Komek geştiyarên ku ji Stenbolê hatine Colemêrgê, serdana Geliyê Bihişt û Dojehê yê li navçeya Geverê kirin. Geştiyar ji ber xwezaya destnedayî û paqijiya jîngehê pir matmayî man.

Yek ji geştiyaran hestên xwe weha tîne ziman: "Siriuşteke pir balkêş e. Tişta herî zêde bala min kişand ew bû ku di nava vê xwezayê de ti çop û qirêjî tune ye. Xelkê vir pir bi hurmet in. Divê mirov bi tirs li vir nenerin, divê werin û bi çavên xwe vê bedewiyê bibînin."

Geştiyarekî din ê ku bi armanca çiyageriyê hatiye herêmê, çîroka hatina xwe weha vedibêje: "Dema min ji hevalên xwe re got ez diçim Colemêrgê, bi şaşwazî ji min pirsîn 'Ma cih lê nemaye ku tu herî wir?'. Lê niha ez li vir im û qet ne poşman im. Golên cemidî û geliyên vir mîna bihiştê ne. Dilgermî û mêvanperweriya xelkê vir, enerjiyeke pir erênî dide mirov."

Pizişkeke ku ji Stenbolê hatiye jî destnîşan kir ku ev der ji bo aramkirina derûnî û ruhî cihekî bêhempa ye û got: "Em ji bajarên mezin hatine daku hinekî di nava xwezayê de bin. Ev der aramiyê dide dil û mejiyê mirov."

Çiya û zozanên Kurdistanê ku berê bêtir wekî "dergûşa şoreş û berxwedanê" dihatin naskirin, îro veguherîne navendên giring ên geştiyariyê. Her sal bi hezaran kes berê xwe didin van lûtkeyên biberf. Bedewiya sirûştê û reftara ciwan a xelkê herêmê dibe sedem ku her kesê carekê serdana vir dike, bibe dildarê Colemêrgê û bixwaze her sal vê geştê dubare bike.