Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê: Helwesta dijî zimanê Kurdî nêrînek paşmayî ye
Diyarbekir (K24) – Piştî ku Parlementera Îyî Partiyê bang kir ku bila tabelayên Kurdî yên Diyarbekirê werin rakirin, ev yek di nava Kurdan de rastî bertekên tund û berfireh hat, civaknas dibêjin ku ev bêtehemiliya dijî zimanê Kurdî nîşaneya nijadperestiya li dijî Kurdan a dîrokî ye, şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir jî amaje kir ku zimanê Kurdî rastiya bajarê Diyarbekirê ye û nenasîna ziman nêrînek kevneperest û paşmayî ye û wê derbarê zimanê Kurdî de xebatên zêdetir jî werin kirin.
Parlementera Îyî Partiyê ya Edeneyê Ayyuce Turkeş di hesabê xwe yê Xê de tabelayên Kurdî yên trafîkê yên nav bajarê Diyarbekirê parve kirin û bang li Parêzgeriya Diyarbekirê kir ku wan tabelayan bide rakirin. Parlementera Îyî Partiyê dibêje ku ew tabela li dijî makezagonê ne, wekî ku tabela nû hatibin danîn nîşan dide lê berpirsên şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekir dibêjin ku ji 10 salî zêdetir e ku tabelayên Kurdî di nav Diyarbekir de hene.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak jî derbarê dijatiya zimanê Kurdî bertek nîşan da û bal kêşand ser pêvajoya çareseriyê û amaje kir ku aştî ne tenê çekdanîn e, di heman demê de rêzgirtina hember zimanan e jî. Rayedarên şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê anîn zimên ku dijatiya hember zimanê Kurdî nêrînek hov û paşmayî ye.
Gerînendeyê Şaxa Ziman ê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Tahir Baykuşak di vî warî de got: “Demekê Zabita ji Mele Evdilayê Timoqî re dibêje axaftina bi Kurdî qedexe ye û divê tu pere bidî, Evdilayê Timoqî jî kîsê pereyê xwe diavêje nav çavên wî û dibêje ezê heta êvarî bi Kurdî biaxifim.”
Tahir Baykuşak tekez jî kir: “Em ji wan rojan derbaz bûne û ev nêrîn kevin in, kesên ku dijatiya Kurdan wek xalîçeyekê bi ji xwe re bi kar tînin û bi vê yekê xelkê dixapînin dibînin xalîçe ji bin piyê wan dişemite, dixwazin wê nêrînê zindî bikin.”
Derbarê peyama parlementera Îyî Partiyê ya li dijî zimanê Kurdî de, civaknas jî balê dikêşin ku bi vê helwestê nijadperestiya li dijî Kurdan a dîrokî xwe dide der.
Civaknas Adnan Firat Bayar gor: “Rayedarên Tirkan dibêjin em ne nijadperest in û hemî qewm cem me yek in lê nijadperestî ne tenê hestek e, partîkê de jî xwe dide der û divê Kurd jî û Tirk jî bizanibin ev helwest helwestek nijadperest e, û divê Kurd bi ti awayî dest ji destkeftiyên xwe bernedin û pêş bixin.”
Ev demeke ku behsa çareseriya pirsa Kurdan û rakirina astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî jî tê kirin, berteka li dijî hebûna zimanê Kurdî ji aliyê civakê ve wek bertekeka nejarperest tê nirxandin û tê amajekirin ku divê zimanê Kurdî bibe xwedî statû.”