Li Kirmanşanê Gera 13ê ya Pêşangeha Amûrên Çandinê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li hola Zagrosê ya Pêşangeha Navdewletî ya Kirmanşanê, Gera 13ê ya Pêşangeha Amûrên Çandin û Avdanê hat vekirin, 70 kompanî ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û 15 parêzgehên dî yên Îranê tevlî vê pêşangehê bûne û nûtirîn berhemên xwe xistine ber çavên cotkarên wê parêzgehê.
Di demekê de ku dorpêçeka giran li ser Komara Îslamî ya Îranê heye û hawirdekirina amûrên çandinê ji welatên din gelek dijwar bûye, kompaniyên navxweyî bi rengekî kariye vê valahiyê ji cotkaran re pir bikin û pareka zêde ya pêdivîtiyên navxweyî dabîn bikin.
Di vî warî de jî, kompaniyên Rojhilatê Kurdistanê ku piraniya wan tevlî vê pêşangehê bûne rolekê berçav di dabînkirina pêdivîtiyên cotkaran de heye.
Parêzgeha Kirmanşanê zêdetir ji 900 hezar hektarên erdê çandinê hene û 162 hezar cotkar bi rengekê rasterast li nav wan zeviyan kar dikin. Bi vî rengî jî, Kirmanşan li ser asta Îran û Rojhilata Kurdistanê yek ji navendên serekî yên berhemanîna berhemên çandinê ye.
Vê yekê jî ev parêzgeh kiriye sûkeka baş bo firotina berhemên wan kompaniyên ên ku tevlî vê pêşangehê bûne.