Fraksiyona PDKê: Rêbaza Îlonê bingeha destkeftiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê, bi helkefta salvegera 65ê ya helkirinaserhildana Şoreşa Îlonê, daxuyaniyek belav kir û tê de tekez li ser rola rêberiya Barzaniyê Nemir, yekkirina rêzên gelê Kurd û çêkirina derfetê bo tevlîbûna hemî texan kir; herwesa peyrewkirina rêbaza Îlonê wekî bingeha destkeftiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi nav kir.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê îro Înê 11ê Îlona 2026ê, bi helkefta salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê ya Mezin daxuyaniyek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê ya Mezin de, fraksiyona wan bi şanazî û serbilindî ve wê roja dîrokî bibîr tînin, ku di 11ê Îlona 1961ê de bi rêberiya Barzaniyê Nemir û pêşengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, îradeya gelekê zilmlêkirî bo şoreşeke seranserî hat guhartin û qonaxeke nû ya xebata Kurdistanê dest pê kir.
Fraksiyona PDKê amaje bi wê yekê jî dike ku Barzaniyê Nemir serkirdeyê mezin û hêza hevgirtinê ya wê şoreşê bû, ku bi dûrbîniya siyasî, karînên serkirdetiyê, wêrekî û baweriya kûr bi rewatiya doza Kurdan tevahiya gelê Kurdistanê li dor yek amanc civand û di çarçoveya şoreşeke seranserî ya mezin de rêberiya wan kir, herwiha xebata gelê Kurdistanê bo bidestveanîna mafên rewa ji berhemhatinên perçeperçe bo şoreşeke rêxistî û berdewam veguhast.
Li gorî wê ragihandinê, tiştê giring ew bû ku Şoreşa Îlonê cara yekê bû ku karî derfetê bo her yek ji mirovan çê bike daku hesta kurdperweriya xwe bike kiryar û tevlî xebata gelê xwe bibe. Baweriya mirovê Kurd bi xwe û bi karînên gelê xwe xurt kir û îspat kir ku artêş û çek nikarin îradeya gelekî xwedan bawerî bi rewatiya doza xwe bişkênin.
Her di wê ragihandinê de hatiye ku Şoreşa Îlonê Pêşmergetî kir rêbaz û saziyeke berdewam a gelê Kurdistanê, ji bo parastina gel, ax û rûmeta mirovê Kurd; piştre jî dîrokê îspat kir ku Şoreşa Îlonê dibistaneke mezin bû di gihandin û perwerdekirina nifşekî de, daku piştî Îlonê jî ala xebata neteweyî bilind bihêle.
Di pareka din a wê ragihandinê de hatiye ku şoreşê li wan deverên ku bi rê ve dibirin guhartineke kûr a civakî pêk anî, rûbirûyî hemî rengên çewsandin, zilm û cudakariyê bû, bihayên wekhevî, rêzgirtina li mirovan û hevkariya navbera texên civakê bihêz kirin. Tevlîbûna jinan jî di şoreşê de îspat kir ku xebata neteweyî bêyî hevpariya jin û mêran temam nabe.
Behsa wê yekê jî kiriye ku li ser astê navdewletî jî, Şoreşa Îlonê doza rewa ya Kurdan ji sînorên navxweyî yên Îraqê derxist û bi cîhanê da nasîn. Bi fedakariya Pêşmergeyan û peyama aştîxwazane û mirovî ya Barzaniyê Nemir, raya giştî ya cîhanê zêdetir nêzî maf û êşên gelê Kurdistanê bû. Doza Kurdan dost û piştgir bo xwe peyda kirin û êdî nema di bêdengiyê de bê veşartin.
Fraksiyona PDKê herwiha dibêje: Di dawiyê de Şoreşa Îlonê karî derza yekê ya dîrokî bixe nav dîwarê belavkirina Sykes–Picot ku Kurd bê maf kiribûn, bi wê yekê ku desthilata Bexdayê neçar kir ku îtîrafê bi hebûna gelê Kurd û parek ji mafên wî yên rewa bike û di Lihevkirina 11ê Adara 1970ê de bicî bike.
Fraksiyona navvborî eşkere jî kir: Piştre jî rêbaza Şoreşa Îlonê di qonaxeke dîrokî de ranewestiya, belkî di Şoreşa Gulanê de û di xweragiriya Pêşmergeyan û serhildana seranserî ya sala 1991ê de hat berdewamkirin. Damezrandina Parlamentoya Kurdistanê û serhildana qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê ji giringtirîn berhemên wê şoreş û rêbazê ne.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê di bîranîna vê şoreşa mezin de peymanê bo Serok Barzanî û gelê xwe nû dikin, ku bi rêbaza Barzaniyê Nemir, parastina yekrêziya navmala Kurd, berevanîkirina ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me yên neteweyî ve pabend bin û berdewamiyê bidin têkoşîna xwe.
Fraksiyona PDKê di dawiya wê daxuyaniyê de silav ji bo canê paqij ê Barzaniyê Nemir, Kek Îdrîsê herdem zindî, hemî şehîdên rêya azadiya ya Kurdistanê û ji bo Pêşmergeyên qehreman ên Şoreşa Îlonê ya Mezin şandin.