Özgür Özel dema ragihandina partiya xwe ya nû eşkere kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê ji kar hatiye dûrxistin ê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyeyê Özgür Özel ragehand ku wan amadekariyên xwe yên ji bo avakirina partiyeke nû temam kirine û di dawiya vê mehê an serê meha bê de dê bi rengekê fermî wê rabigehînin.
Arêşeyên navxweyî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyeyê piştî biryara dadgehê ya li ser hilweşandina kongreya wê ya 38ê derbaz bûne qonaxeka gelek hestiyar.
Serokê ji kar hatiye dûrxistin ê CHPê Özgür Özel (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) ji bo medyaya navxweyî ya Tirkiyeyê aşkere kir ku karên wan ên ji bo damezrandina partiyeke nû gihîştine qonaxa dawiyê, ku biryar e li dawiya vê mehê an serê meha bê pêngavên fermî bo ragehandina wê partiyê bên avêtin.
Wî diyar jî kir ku nivîsandina peyrew û bernameyê û dîzaynkirina logoya partiya nû bi dawî bûne. Özel destnîşan kir ku ev pêngava wan wekî misogerkirinekê ye, daku bikarin tevlî her hilbijartineka pêşwext bibin ku li wî welatî rû bide.
Dadgeha Pêdaçûnê ya Enqereyê li roja 21ê Gulana 2026ê biryara hilweşandina bi temamî ya kongreya 38ê ya CHPê da, ku ew kongre di Mijdara sala 2023ê de hatibû lidarxistin.
Li gorî biryara dadgehê:
- Hemî encamên wê kongreyê hatin hilweşandin.
- Özgür Özel û serkirdetiya wê partiyê ji kar hatin dûrxistin.
- Biryar hat dan ku Kemal Kiliçdaroglu û rêveberiya berê vegerin ser karên xwe, daku arêşe bi yekcarî bên çareserkirin.
Piştî vê biryarê, alîgirên Özgür Özel bizav kir ku bi komkirina îmzeyên zêdetir ji 1000 nûnerên kongreyê kongreyeka neasayî li dar bixin, daku rewatiyê bo xwe vegerînin. Lê serkirdetiya nû ya di bin kontrola Kiliçdaroglu de ew daxwaz bi temamî red kir.