Elî Zeydî: Hevtêgehiştina Banka Navendî ya Iraqê û Gencîneya Amerîkayê pêngaveke stratejîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî rêkeftina navbera Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê wekî "serkeftina çaksaziya darayî" binav kir û ragihand, 7 bankên Iraqî careke din vedigerin qada danûstandinên navdewletî.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, îro 18ê Tîrmeha 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand, 7 bankên Iraqî hatine şiyankirin da ku careke din bi diravên biyanî danûstandinan bikin. Ev pêngav wekî amadekariyekê ye ku piştî bicîhanîna mercên şefafiyet û hikumraniyê, ev bank careke din dest bi bikaranîna Dolarê Amerîkî bikin.

Serokwezîr Zeydî got: "Ev pêngav nîşan dide ku rêya çaksaziya darayî ya hikûmetê serkeftî ye. Ev yek dê baweriya bi sektora bankî ya Iraqê xurt bike û asoyên nû li ber aboriya nîştimanî û veberhênanê veke."

Elî Zeydî destnîşan kir, hikûmeta wî dê berdewam be li ser piştgirîkirina çaksaziyên bankî û çespandina prensîbên şefafiyetê. Bi gotina Zeydî, armanc ew e ku Iraq di asta herêmî û navdewletî de bibe xwedî pêgehekî aborî yê xurt û pêbawer.

Ji aliyekî din ve Nivîsgeha Serokwezîr ragihand, Elî Zeydî li Washingtonê serpereştiya îmzekirina 48 peyman û yadastnameyên hevtêgehiştinê kiriye. Ev peyman di navbera sektorên giştî û taybet ên Iraq û Amerîkayê de hatine îmzekirin û rêyeke zelal ji bo hevkariya aborî ya demdirêj ava dikin.

Serokwezîrê Iraqê roja Duşema borî bi şandeyek bilind gihîştibû Washingtonê. Berdevkê Hikûmetê Heyder Ebûdî diyar kir ku armanca sereke ya vê serdanê, pêşxistina pêwendiyên aborî û piralî yên di navbera her du welatan de ye.