Geştên asmanî li Hewlêr û Silêmaniyê asayî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Geştên asmanî li firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê asayî ne, tenê çend kompanyayan geştên xwe hilweşandine.
Piştî êrîşên şeva borî yên li ser Hewlêr û Silêmaniyê, çend kompanyayên firokevaniyê geştên xwe yên li Hewlêr û Silêmaniyê hileşandin, lê geşt asayî ne û asman nehatiye girtin.
Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihand, geştên firokxaneya Hewlêrê asayî ne û ti guhertin di xişteyan de nehatiye kirin. Şeva borî bo dema sê saetan ti geştek di xişteyan de tune bû, loma di wê demê de tevgera asmanî li firokxaneyê de çênebû.
Derbarê firokxaneya Silêmaniyê de jî, bi heman awayî geşt asayî ne û tenê çend kompanyayan geştên xwe hilweşandine.
Li gorî xişteya geştan a her du firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê, kompanyayên Pegasus, Turkish Airlines, AnadoluJet û Royal Jordanian geştên xwe hilweşandin.