ENKS êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û kampên penaberan şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), bi tundî êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê û kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 18ê Tîrmeha 2026an daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, ew bi nîgeranî û nefreteke mezin berdewamiya topbaran û êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê û milîsên ser bi wê ve, yên li ser navçeyên sînorî û kampên penaberan dişopînin.

ENKSê destnîşan kir, ev êrîş binpêkirineke aşkere ya serweriya komara Iraqê û hiqûqa navdewletî ne. Hat gotin ku ev êrîş rasterast sivîlan û penaberên ku ji zilm û zordariya rejîma Îranê reviyane û li Herêma Kurdistanê penaber bûne, dikin armanc. ENKSê ev kiryar wekî "siyaseteke ji bo têkdana aramî û ewlehiya navçeyê" binav kir.

Di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Federal a Iraqê hat kirin ku li gorî berpirsiyariyên xwe yên destûrî tevbigere. ENKSê daxwaz kir ku Bexda serweriya xaka Iraqê biparêze, rê li ber van êrîşan bigire û ewlehiya sivîl û kampên penaberan mîsoger bike.

ENKSê her wiha bang li Neteweyên Yekgirtî (NY), Encûmena Ewlehiyê ya NY, Yekîtiya Ewropayê û Komkara Ereban kir ku li dijî van êrîşan xwedî helwesteke tund bin. 

ENKSê daxwaz kir ku ev êrîş di zûtirîn dem de werin rawestandin, parastina navdewletî ji bo sivîl û penaberan bê dabînkirin û berpirsên van êrîşan jî werin dîtin û cezakirin.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de hevxemî û piştgiriya xwe ya tam ji bo gelê Herêma Kurdistanê, penaberên Rojhilatê Kurdistanê û malbatên şehîd û birîndaran nîşan da.