Rubio: Kuştina serbazê me li Kurdistanê ji ber bermahiyên droneka Îranî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser kuştina serbazekî wan li Herêma Kurdistanê ragihand ku ew rûdan ji ber mana bermahiyên droneka Îranî bûye ku berê hêzên wan kiribû amanc.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji tora nûçeyan a CNNê re ragihand; kuştina serbazekî wan li Herêma Kurdistanê di dema serederîkirina ligel bermahiyên droneka Îranî ya teqîner de bûye, ku berê êrîş biribû ser hêzên Amerîkayê.
Di derheqa kuştina du serbazên din ên Amerîkayî li Urdinê de jî, Rubio diyar kir ku hejmareka zêde ya moşekan ber bi hêzên wan ve li wî welatî hatibûn avêtin, û tevî pûçkirina piraniya wan moşekan ji aliyê sîstemên berevaniyê ve, lê moşekek ketiye xwarê.
Helwesta Waşintonê li ser dîplomasiyê û rewşa navxweya Îranê
Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez jî kir ku Waşinton bo çareseriya dîplomatîk ligel Îranê vekirî ye, lê Tehran pabendî lihevkirinan nabe ji ber ku di navbera desthilata siyasî ya wî welatî de duberekî hene. Wî got: "Ger ew serkirdeyên ku daxwaza danûstandinan dikin rewşê kontrol bikin, dê karekî pir baş be, lê heta niha ev yek çê nebûye."
Ji aliyekê din ve jî, Rubio bal kişand ser wê yekê ku Îran niha di rewşa herrifîna aborî de ye û heke bizavên danûstandinan bi yekcarî bişkên, wê demê rewşa paşerojê bi tu awayî dê ne di berjewendiya Taehranê de be.
Rewşa deverê ber bi qonaxeka pir metirsîdar a rûbirûbûna rasterast ve diçe. Pêştir rojnameya "The New York Times"ê ya Amerîkayî jî di raporeka xwe ya nû de aşkere kir ku piştî kuştina du serbazên Amerîkayî di êrîşeka moşekî ya Îranê de li Urdinê û bersivdana tund a Waşintonê bo ser axa Îranê, her du welat gihîştine ber lêva rûbirûbûneka serbazî ya mezin û rasterast.