Fransayê êrîşa Îranê ya li ser dîplomatên xwe şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Fransayê, “êrîş û bêrêziya” hêzên ewlehiyê yên Îranê ya li hemberî du dîplomatên xwe yên li Tehranê bi tundî şermezar kir. Parîsê ragihand, ev “binpêkirina mezin” a li dijî parêzbendiya dîplomatîk, dê bê bersiv nemîne.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, êvara şeva borî 19ê Tîrmehê karmendên balyozxaneya Fransayê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve rûbirûyê kiryarên “tirsandin û gefên tund” bûn.

Li gorî daxuyaniyê, 2 karmendên balyozxaneyê bêyî ti hinceteke hiqûqî çend saetan hatine desteserkerin û lêpirsînên tund li gel wan hatiye kirin. Hat ragihandin ku yek ji dîplomatan rûbirûyê êrîşa fîzîkî û eşkenceyê bûye. Piştî çend saetan her du karmend hatine berdan û vegeriyane balyozxaneyê.

Wezareta Derve ya Fransayê bal kişand ser erkê van dîplomatan û diyar kir, ev her du karmend berpirsê birêvebirina bernameyên piştgiriya Parîsê ya bo civaka sivîl, hunermend û zanyarên Îranî bûn. Herwiha destnîşan kir, tevî van zextan jî ew “dest ji piştgiriya gelê Îranê bernadin” û dê li ser xebatên xwe berdewam bin.

Wezîrê Derve yê Fransayê rasterast peywendî bi hevtayê xwe yê Îranî re danî û hişyariyeke tund da wî. Wezîrê Fransî diyar kir ku ev binpêkirin nayê qebûlkirin û li dijî peymanên navdewletî û parêzbendiya dîplomatîk e û dê bê encam nemîne.