Trump: Em ê bi tundî bersiva kuştina leşkerên xwe bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, hişyariyeke tund da Tehranê û diyar kir, di berdêla kuştina her keşkerekî Amerîkî de, Îran dê bi dehan qat baceke giran bide. Trump her wiha ragihand, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Amerîkayê nayê girtin û divê rêberên Îranê bên girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 20’ê Tîrmeha 2026’an li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social", peyameke tund derbarê rageşiya li gel Îranê de parve kir. Trump destnîşan kir ku wan ji bo parastina leşkerên xwe hemû amadekarî kirine.
Trump di peyama xwe de ragihand, wî fermana pêwîst daye Wezîrê Ceng Pete Hegseth, Serokerkan Dan Caine û fermandarên leşkerî yên artêşa Amerîkayê. Trump got: "Her gava ku Îran leşkerekî Amerîkî bikuje, dê çendîn qat baha û baca wê kuştinê bide. Fermandarên me ji bo vê yekê rasterast hatine erkdarkirin ku gavan bihavêjin."
Beriya peyama Trump, medyaya Îranê ragihandibû ku li bajarên Şîraz û Xumeynê dengê çendîn teqînên mezin hatine bihîstin.
Donald Trump di peyameke din de got: "Netanyahu li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nayê girtin, ji ber ku ew şerê li dijî Komara Îslamî ya Îranê dimeşîne."
Serokê Amerîkayê, Tehran bi kuştina 52 hezar xwepêşanderên bêguneh û 47 salên êrîşên li ser leşkerên Amerîkî tawanbar kir. Trump diyar kir ku berpirsiyarê "mirin û wêraniya" li herêmê serkirdeyên Îranê ne û wiha berdewam kir:
"Tenê kesên ku divê bên girtin, ew serkirde ne ku Îran ber bi vê xeleka mirin û wêraniyê ya bêhempa ve birine. Ev mijarek bû ku diviyabû bi salan berê ji aliyê serokên berê yên Amerîkayê ve hatiba çareserkirin."