Dihok: Welatî bi biryara Serokê Hikûmetê ya kêmkirina bihayê benzînê kêfxweş in
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina bihayê benzînê, li parêzgeha Dihokê sirayên dirêj ên tirombêlan neman û welatî bi hêsanî benzînê bi dest dixin.
Piştî bicihînana biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina bihayê benzînê li hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê, welatiyan li Dihokê spasiya hikûmetê kir û tekez kir ku ev biryar di berjewendiya hemiyan de ye, ji ber ku barê darayî sivik kiriye û bidestxistina sotemeniyê bêhtir hêsan kiriye û qerebalixî bi dawî aniye.
Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihayê benzînê hat kêmkirin, sirayên dirêj ên tirombêlan li pêşiya benzînxaneyên Dihokê neman, welatî niha bi çend deqîqeyan benzîna bazirganî bi 850 dînaran bi sanahî werdgirin.
Welatî Izet Xan Ebdulqadir got: “Serokê hikûmetê gelek biryar ji bo me dan, ev jî yek ji wan e.” Welatî Mihemed Reşîd jî got: “Ev baştirîn biryar e ji bo hemî welatiyan, lewma divêt rojane dûvçûn hebe.” Ebdula Mihemedê şofêrê teksiyê jî got: “Ji bo me kar gelek bizehmet bûbû, lê niha dê guhorîn çê bibe.”
Hevdem ligel derketina vê biryarê lijneyên rêveberiya petrol û kanzayan lijneyên çavdêrî yên meydanî bo dûvçûna bihayê benzînê û kalitiyê geriyanê dikin, ev lijneye rojane li ser 10 heta 15 benzînxaneyan digerin, daku pabendbûna wan bi rênimayan piştrast bikin.
Endamê Lîjneya Çavdêriya Benzînxaneyan Heval Xoşevî di vî warî de got: “Em nahêlin tu benzîneke bêkalitî bê firotin, niha hemî benzînxaneyên Dihokê benzîna 850 dînarî belav dikin.”
Hevpêç ligel biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina bihayan, du rojên bê çar benzînxaneyên din benzîna 750 dînarî li Dihokê belav dikin, zêdebarî zêdekirina behra parêzgeha Dihokê ji benzînê.