CENTCOM: Me li nava Îranê li gelek armancên leşkerî da
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan bo şeva 11emîn li ser hev, li hundirê Îranê li dijî çendîn xalên leşkerî rêzeêrîşên asmanî pêk anîne.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan îro 22ê Tîrmeha 2026an, di saet 03:15an de (bi dema Rojhilata Navîn), operasyoneke asmanî ya serkeftî li dijî bingehên leşkerî yên li hundirê Îranê pêk aniye.
Li gorî CENTCOMê, di van êrîşan de bingehên operasyonên leşkerî, şiyanên hêzên deryayî, depoyên firoke û dronan û binesaziya lojîstîk a artêşa Îranê bi tundî hatine lêdan.
Hat diyarkirin ku armanca bingehîn a van operasyonan, lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo têkdana ewlehiya deryayî û gefên li ser Tengava Hurmizê ye.
CENTCOMê diyar kir, di sê mehên dawî de, Îranê di rêyên deryayî yên navdewletî de êrîşî zêdetirî 30 keştiyên bazirganî kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev êrîşên Îranê ku şahdemara bazirganiya cîhanê armanc digirin, canê bi sedan deryavanên bêguneh dixe metirsiyê û azadiya çûnûhatina deryayî têk dibe."
Tevî van operasyon û aloziyan, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir, Tengava Hurmizê ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî vekirî ye û ew ê parastina vê herêmê bidomînin.
Li gorî amarên ku CENTCOMê parve kirine, ji destpêka meha Gulanê heta niha, hêzên Amerîkayê ewlehiya derbasbûna nêzîkî 900 keştiyên bazirganî û 450 mîlyon bermîl petrola xam dabîn kirine. Ev gav bi armanca parastina aramiya bazara enerjiyê û berdewamiya bazirganiya cîhanî têne avêtin.